Gundiyên Swêdê êdi tamrojî kar nakin

Gundiyên tamrojî li Swêdê her ku diçe kêmtir dibin. Hejmara wan di nav sê salan de ji 27 hezaran daketiye 22 hezaran. Ev li gor Daîreya Giştî ya Cotkarîyê ye/ Jordbruksverket. Herwuha piraniya wan cotkaran ku hê karên xwe dom dikin temen mezin in.

Thomas Magnusson li derveyê bajarê Växöyê  gundî ye lê herwuha cîgirê serokê federasyona Cotkaran e jî. Ew bawer dike ku sedema vê kêmbûnê ew e ku bax mezintir dibin ku rasyonalize  pêk dê û herwuha kara wê  jî kêm e.

-Cotkariya Swêdê bêguman dê çêtir bûya ku me bikariya çêtir xwedî lê bûna. Bi xwedikirina baştir ajalan ve,  tewleyên bi baştir standart û mercên ji jîngehê re ji bo çandinê. Lê me tu encam nedîne hê. Guh pê nayê dayîn. Divê siyasetmedar berpirsiyariyên mezintir werbigirin ji bo cotkariyê ji bo ku çerx  vegere. Thomas Magnusson ji Ekot re dîyar kir.