Konferansa Mamosteyên Kurdî îro bi dawî dibe

Konferansa mamosteyên kurdî yên li Swêdê ya îsal sala 2011an,  duh  li bajarê  Västeråsê li Otêla Ta Innê hate lidarxistin. Ev konferansa du rojî îro jî dom dkir. Li gor malpera Dibistana Kurdî konferans bi axavtina seroka encumena dibistanan ya Västeråsê Vasiliki Tsouplaki dest pêkir. Ji Daireya Gişti ya Dibistanan Skolverket, Mats Wennerholm jî beşdar bû û li ser mufredeta nû ya perwerdeya zimanê axivî. Konferans îro demjimêr 15:00 de bi dawî hat.