Systembolaget dixwaze here ber malan

Berpirsa şîrketa alkolfiroşiyê Systembolaget, Magdalena Gerger dibêje êdî ew dê vexwarinê bibin mala mişteriyan. Li gorî Gerger, di qanûnê de jî dinivîse ku Systembolaget ji tevahiya xurdefiroşî ango perakendefiroşiya li welêt berpirs e û pêşniyaza wan jî di vê çarçoveyê de beşek ji xizmeta wan e. Ji vê payîzê û pêde êdî yek dikare li ser malpera Systembolagetê sparîş bike û biçe ji dikanê bîne. Lê halî hazir li her derê îmkanê lojîstîkî nîne ji bo ku sparîş bê ber malê. Pêşniyaz dikare sala pêşiya me bikeve tevgerê.