Berdana bermayiya neftê tê pakirin li Tjörn

Pakirina piştî berdana bermayiya neftê berdewam e li herêma Tjörn’ê. Roja yekşemê çavdêriya peravê 140.000 lître neft derxist li Tjörn’ê û bermayiya neftê niha gihaye komgirava Orust’ê. Karê pakirinê îro sibehê jî dewam dikir û li derdora 200 metre-kub neft hat derxistin ji deryayê. Li gorî berpirsê rizgariyê Christer Hellekan bayî berê xwe guhertiye û wiha derxistina neftê hêsantir bûye.

Li ser malpera şaredariya Tjörn’ê ji niştecîhan tê xwestin ku dema neft dîtin bila ji şaredariyê re ragihînin.

Çavkanî: P4 Göteborg