Swêd hewl daye rê li baca Erîtreyayê bigire

Li gorî wezîrê karê derve Carl Bildt, Swêdê hewl daye rê bigire li berhevkirina bacê ya Erîtreyayê ji erîtreyayiyên li Swêdê. Lê Bildt nabêje ka Swêd dê vê yekê mîna alavekî bi kar bîne li dijî Erîtreyayê ji bo rewşa rojnamevanê girtî Dawit Isaak. Di gulana îsal de Brîtanyayê tehdît kir ku nehêle Erîtreya bacê berhev bike eger çar hemwelatiyên wan yên girtî bernede.

Carl Bildt dibêje Swêd bi Brîtanya re qise kiriye li ser tecrûbeyên wan lê biryar daye ku ji bo xwe rêyeke din hilbijêre ji ber ku Isaac cote-hemwelatî ye û ne tenê hemwelatiyê Swêdê ye.

Wekî din Bildt dibêje Swêdê xwestiye zextê li YE bike da tevbigere li dijî berhevkirina baca Erîtreyayê lê welatên din yên YE zêde guh nedane vê hewldanê.

Erîtreyayên li derveyî welêt dijîn divê ji hatiniya xwe ya giştî %2 bidin, ku li gorî YN ev çavkaniya sereke ya dîktatoriya Erîtreyayê ye.

Tê texmînkirin ku ji Swêdê bi dehmilyonan kron diçin Erîtreyayê.

Isaak yê rojnamevanê swêdî-erîtreyayî ev serê deh salan e ku bê dadgeh girtiye li Erîtreyayê û hikûmeta Swêdê bi sedema ku ji bo serbestkirina wî têr naxebite, rastî pir rexneyan hatiye.