Kes nizane kêmkirina bacê dê çend karan bîne

Li gorî butçeya hikûmetê, kêmkirina baca bikaranîna xwaringeh ango restorant û kafeyan, mezintirîn xebata hikûmetê ye ji bo kêmkirina bêkariyê. Tê hesabkirin ku ev kêmkirin bi buhayê 5,4 milyar kron bike. Lê ev xebat dê çiqas kar çêbike ji bo mirovan, kesek nizane. Heta bi rêxistina Hotel û Restorantên Swêdê, Sveriges Hotell- och Restaurangföretag, ya ku ewqas kar kir ji bo vê kêmkirinê, nikare tiştekî bêje. Pêşî rêxistinê got kêmkirina baca bikaranînê dê 15.000 karên nû peyda bike. Piştre ev hejmar daket 10.000. Niha seroka rêxistinê Eva Östling Ollén naxwaze tu hejmarê bide.

Ji bo ku tecrûbeyên erênî yên kêmkirina baca bikaranîna xwaringehan li welatên din destnîşan bikin, rêxistina Sveriges Hotell- och Restaurangföretag pir caran Fransayê mînak didin. Li wir, piştî kêmbûna baca bikaranînê, karên nû %3,2 zêde bûn di navbera salên 2009 û 2010 de.

Lê li Swêdê, bêyî ku baca bikarnînêa xwaringehan kêm bibe, karên nû %4,3 zêde bûn.

Îcar wê demêm yek dipirse ka sedema zêdebûna karên nû li bi rastî ji ber kêmkirina baca bikaranînê bû li Fransayê.

Di dawiya sala derbasbûyî de wezîrê aboriyê Anders Borg û wezîra sanayiyê Maud Olofsson bi hev re diyar kirin ku ew bawer dikin dê kêmkirina baca bikaranîna xwaringehan bi demê re 8 000 nû peyda bike. Di meha adara îsal de lêkolerên hikûmetê gotin ne 8000 lê em dikarin behsa 3 500 karên nû bikin û ku ji bo her karekî ji van dê ji kasaya dewletê 600 000 kron bê dayîn.