Grûbekê wesayita dersînorkirinê rawestand

Îro grûbekê nehişt ku wesayitek Daîreya Koçê ji Kållereda li derveyî Göteborgê here balafirxane Landvetterê. Wesayîtê dê du penaberên dersînorkirî, yek bo Afganîstanê û yek bo Iraqê, bibira balafirxaneyê. Li gorî polîs, di navbera 25 û 30 kesan rê li wesayitê girtin û plana heyî asteng kirin.