Tûjerastgirên hersal îsal marş nekin

Mimkun e Salemmarsch, marşa Salem, ya îsal bê betalkirin. Meşa bi meşale ya ku carê di destpêka meha duwanzdehan de li dar dikeve, van salên dawiyê ji aliyê grûba tûje-rastgir Fona Salemê, Salemfonden, dihat amadekirin. Lê grûbê gotiye îsal ew dê amadekariyê nekin lê xêrhatina grûbek din dikin ku vî karî bike, li gorî kovara Expo’yê. Marş hersal li dar ketiye ji sala 2000 ve dema xortek 17-salî bi lêdanê hat kuştin ji aliyê xortek din yê bi paşxana derswêdî.

Armanca meşê bi gotinên "li dijî nefreta ji swêdiyan û şîdeta bêhed ya dijswêdî” hatiye nasandin. Heta îro jî ji polîs re ji bo meşê ji amadekarek din tu serlêdan nehatiye.