Karê pakirina berdana bermayiyê neftê berdewam e

Ji ber bayê bişid, çavdêriya peravê, Kustbevakningen, navber da karê xwe yê pakirina berdana bermayiyê neftê li derveyî bajarê Tjörê. Lê îro dikarîbûn karê xwe dewam bikin. Ji dema ku berdana bermayiya neftê pêde bûye hefteya derbasbûyî ve, karê pakirinê şev û roj dewam kiriye. Heta niha nêzî 225 metrekub neft hatiye derxistin nêzî komgiravên Tjörn û Orustê. Di heman demê de çavdêriya peravê lêdikole ka neft ji ku tê. Li gorî teoriyekê dikare ji ber lihevketina du keştiyan be li ser ava danmarkî şemiya derbasbûyî.