Dilsa ya kurd Stockholmiya meha îlonê ye

Bajarê Stockholmê kurdekê, debator Dilsa Demirbag-Sten, mîna Stockholmiya meha îlonê hildibijêre. Hilbijartin wiha motîve bûye: "Dilsa Demirbag Sten serketî, wêrek û îdealîst e. Dilê wê lê dide ji bo zimanekî bide zarokan ku ew karibin pê cîhana xwe şîrove bikin. Ev xebatek girîng e li Stockholma pireng". Dilsa Demirbag-Sten ji koçerên bêrtiyan e û li bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew nivîskar, debator, endama rêvebiriya zanîngeha Linnéuniversitetet û fona Per Ahlmark-stiftelsen e û ji payîza 2010 ve rêvebira Berättarministeriet e, ku ji bo zarokên dibistanê kargehên nivîsandinê saz dike.

Çavkanî: Bajarê Stockholmê (Stockholms stad)