70 milyon diçe ji siyasetmedarên bê wezîfe re

Vê sala dawiyê şaredarî û meclîsên parêzgehan zêdeyî 70 milyon kron dane siyasetmedarên ku wezîfeyên xwe berdane û tu karê din nakin. Lêkolînek hevbeş ya kanalên herêmî yên Radyoya Swêdê ev tespît kiriye. Digel ku siyasetmedaran bixwe wezîfe berdaye jî garantî ye ku heta bibin 65-salî ew dê salane bi 100.000’an kron wergirin, bêyî ku ji wan gera li karekî nû bê xwestin.

Ev yek bi taybetî bi ”xeta kar” ya hikûmetê re li hev nake.

Îcar şaredarî û meclîsên parêzgehên Swêdê, SKL, dê qaîdeyên teqawîdiyê yên şaredarî û meclîsên parêzgehan di ber çav re derbas bike.

Seroka delegasyona gotûbêjan ya SKL’ê, Ingela Gardner Sundström dibêje ji dema ku ev modela îroyîn saz bûye ve berî bi deh salan, ”xeta kar” ketiye rojevê û ev jî sedem e ku modela heyî di ber çav re derbas bikin.