Heşt rêgirên dersînorkirinan hatin girtin

Doh nêzî Göteborgê bi giştî heşt kes bi gûmana sûcî hatin girtin, ji ber ku hewl dan dersînorkirina du kesan asteng bikin. Bi tevahî 60 aktîvîstan li çend qonaxan rê girtin û hewl dan şandina du kesan bo Afganîstan û Iraqê asteng bikin. Doh piştî nîvro polîs rê vekir û wesayita Daîreya koçê ya ku kesên dersînorbûyî tê de bûn dikarîbû li gorî planê biçe balafirgeha Landvetter’ê.