Hikûmeta Swêdê serlêdana filistîniyan şîrove dike

Hikûmeta Swêdê dibêje serlêdana Filistînê ji bo endametiya temamî li NY, dikare ne li xêra pêvajoya aştiya Rojhilata navîn be. Serokwezîr Fredrik Reinfeldt û wezîrê karê derve Carl Bildt ev yek şevê din li konferansek çapemeniyê li New York’ê gotin. Filistîniyan gotine ew dê roja înê serî lê bidin ji bo endametiya NY lê helwesta swêdî di vê mijarê de ne zelal e.

  

- Mixabin em dizanin ku dê Konseya Ewlekariyê serlêdanê nepejirîne. DYA diyar kiriye ew dê pêşniyazê veto bikin. Îcar em dixwazin pêvajoyê bixin rêyên bikêr û avakar yên pêvajoya danûstendinê ji bo sazkirina aştiyê, Carl Bildt dibêje.  

Fredrik Reinfeldt dê li gorî dema herêmî roja înê berî nîvro li encûmena giştî ya NY qise bike. Li gorî serokwezîr, ew dê bi taybetî li ser mafên jinan û hêza beşdariya siyasî û aborî biaxive.