Gulan Avci: me asteng dikin ji ber ku em kurd in

Îro li parlemana Swêdê konferansek pênc-rojî destpê dike bi mijara yeksanî û demokrasiyê li Tirkiye.

Amadekarên konferansê balyozxaneya Swêdê li Stenbolê, enstûtuya çapemeniyê Fojo û tora siyasî ya jinan KA-DER in, û bi pereyên baca Swêdê fînanse dibe.  

Parlamentera berê ya partiya Gel (fp) Gulan Avci ya kurd jî ev serê sê mehan e bi fermî vexwendiya vê panelê ye lê niha beşdariya wê hatiye astengkirin.

Li ser vê, îro di rûpela gotûbêjan Newsmillê de, nivîsarek Gulan Avci bi sernivîsa ”Wezareta karên derve ji ber zextên tirkan beşdariya me kurdan disekinîne” weşiya.

Avci di nivîsarê de diyar dike ku berî bi sê rojan balyozê Swêdê Torkel Stjernlöf ji Stenbolê telefonî wê kiriye û gotiye ”rêvebiriya herî bilind ya wezareta karê derve” biryar daye ku beşdariya wê asteng bike.

Û ne tenê Gulan Avci, beşdariya Nalîn Pekgul a seroka jinên Sosyaldemokrat jî asteng bûye.

”Ez û Nalîn me tu hevbeşiyên siyasî nîn in lê em herdû kurdên Tirkiye ne. Ji bilî me herdûyan beşdariya tu vexwendiyek din asteng nebûye li vê konferansê û tenê yek sedem heye: Nahêlin em beşdar bibin tenê ji ber ku em kurd in, Gulan Avci dinivîse.  

”Diyar e buhayê wê çi dibe bila bibe, divê Tirkiye bibe endamê YE. Evy ek ewqasî pêde çûye ku rêvebiriya Wezareta karê derve beşdarên konferansan sansûr dike ji ber ku ew kurd in. Ev yek dibe li konferansek ku li parlemana Swêdê li Stockholmê li dar dikeve (ne li Enqere), amadekarên wê balyozxaneya swêdî ye (ne ya tirkî) û armanca wê piştgiriya bi demokratîkbûna Tirkiye ye”, Gulan Avci dinivîse.