Cezayê mirinê li zilamek swêdî hat birîn

Li Tailandê ji ber sûcê hilberandina metamfetamînê, li zilamek swêdî yê 30-salî cezayê mirinê hatiye birîn, li gorî çend navendên çapemeniyê. Lê cezayê wî yekser guheriye cezayê ebedî ku di pratîkê de 45 sal e. Zilam, berî bi salekê li mala xwe ya li Bangkokê hatibû girtin. Li mala wî polîs alavên hilberandina narkotîkê ango madeyên hoşber û 53 gram metamfetamîn peyda kiribû.