Kvinna till Kvinna li Hewlêrê ofîsa xwe vedike

Piştî tevgera xwe ya destpêkî Kvinna till Kvinna ” jin ji bo jin” gelek mezin bû ye. A niha 70 karmendên wan heye û belavê gelek herêman bûne.  Rêxistin li Balkanê, Kafkasyaya başûrê, Rojhilata Navîn alikariya rêxistinên jinan dike da ku pêşketinek mayînde ava bikin ji bo xwe. 15 yê meha îlonê ofisa wan li wir vebû û Maria Hagberg li wir karmend e.

 15 yê meha îlonê ofisa wan li wir vebû û Maria Hagberg li wir karmend e.

-Maria Hagberg dibêje ku ew bi mayîna li wir gelek dixweş e û niha hevalên wê jî gelek in , rast e ew bêriya malbata xwe dike û kêmasî jî gelek in lê belê bi riya teknolojiya îroyîn ve ew tên çareser kirin.  Lê ew bêtir tiştên eyînî dide pêş çav û yên neyînî jî paş guh dike.

Kvinna till Kvinna rêxistinekê swêdî ya jinan e û ew ji bo jinên di herêmên nearam de çalakiyan dikin.

Kvinna till Kvinna ango  ”jin ji bo jin”.

Rêbaza karê wan piştgirî dayîna tora di navbera rêxistinên jinan li herêm û welatên cûda ne. Heta niha di gelek welatan de piştgirî dane jinên goriyên şerê, û ji  bo van çalakiyên xwe yên serkeftî jî xelatekê di  asta nobelê de ye  The Right Livelihood Award ya sala 2002 an wergirtine.

Destpêka rêxistinê tevgerekê biçûk bûye ye li gor Ala ( Reyanî) Raihani. Lê di demekê kurt de ewqas fireh bûye ku niha  cihê karê 70 kesan û li gelek herêman û li 5 herêman.

Ala  dibêje ku armanca vê rêxistinê xistina jinan ya hemû astên siyasî û hemû beşên civakê ye lewra rêxistinên bi vê rengê pêdivi ye:

Ala Raiani bi xwe ji bo xebatên kurd û kurdistane çalakiyan kiriye û ev salnîvek e bi rêxistina kvinna till kvinna, de  di beşa rojhilata navîn û kurdistanê de li paytexta Swêdê Stockholmê karê xwe dike.

Projeya Hewlêrê  bixwe beşek ji beşa Iraqê ye  lê ji ber rewşa nearam li Baxdadê wan ofisa xwe li Hewlêrê vekirine. Ew dibêje ku ev 4 sal in karên Iraqê ji Ammanê ve dihate pêk anîn lê piştî hinek lêkolîna me dît ku li Hewlêr êdi guncayî ye.

Maria dibêje ku ew li hemû Iraqê kar dikin lê rêxistinên li herêmên nearam bixwe tên ofisa wan û karên xwe li wir pêk dînin..

Maria Hagberg :

- Em li hemû Iraqê kar dikin lê ew rêxistinên em nikarin bigihijine ew tên cem me, heta niha wusa bûye lê hêvidar im ev bê guhertin û li başûrê Iraqê jî em bikarin çalakiyên xwe bikin. li Bakûrê karmend cîbecî bûne lê başûr maye û ji ber nearamiyên wir em nikarin çalakiyan li wir bikin.

Ew rêxistinên ku em hevkari bi wan re dikin , him bi riya huquqî û him bi riya derûnî alikariya jinan dikin.  Ew di warê tenduristî û yên cinsî û pirsgirekên civakî ne.

Maria Hagberg dibêje ku projeyekê wan ya 3 salî heye. Û em hêvî dikin ku em bikarin demek dirêjtir kar bikin lewra xebata me ji bo piştgiriya herêmên di nakokiyê xebatek demdirêj e.

Başe gelo dê projeyên wan di 3 salan de serbikeve?

Alikariya aborî ji Sidayê digirin alikari ew çend mezin nine lê alikariyek demdirêj e.

Çalakiyên me ew e ku pêşveçûnek mayîn de re ava bikin dibêje Maria. Hedefa me ne ew e ku  em pêşketina Iraqê biguhrînin, vê yekê divê rêxistinên li wir bixwe bikin. Em tenê piştgirîya rêxistinên jinan û bêguman yên din jî dikin. Him bi riya aborî ku ji aliyê Sidayê ve tê him jî bi şîretên xwe ve em li pişt wan derdikevin. Em dîdariyan ava dikin ku rêxistin bên ba hev û tecrubeyên xwe bihevre parve bikin. Ew ji êdi rêxistina xwe xurttir dikin têkiliyên navbera wan de wan de firehtir dikin. ji bo ku bikarin di civakê de bandora xwe danin.

Maria Dom dike ku ew çalakiyên xwe bixwe dikin, em nikarin ji wan re bêjin ka dê çi bikin û çi nekin. Lê em rê didin nîşanê wan, riyên li ber wan vedikin, em wan pêş ve nabin divê mirovên vir bixwe vê karê bikin. lê em dikarin bibin piştgiriyek ji bo avakirina bingehiyê.

Ew bi şeş rêxistinên jinan yên Iraqî re ku li Baxdadê, Basrayê û çar rêxistin jî li bakûrê Iraqê re xebatên xwe dikin. Hewlêr, Suleymaniyê, û li Halabçeyê  rêxistinên wek mala stirandina jinan, daireya amojgarî, jinên gundî re riyên xwendin û perwerde yan li dar dixin ji bo bikarin bixwe xwe xwedi bikin.

Herwuha em buyerên di civakê de jî li ser rewşe agahiyan belav dikin dibêje Maria ku ew bi riyên tekiliyên jinan ya navnetewî jî radigihinin ka çawan di derbarê mafê jinan de qanûnan çawan bidin guharandinê û çawan di asta siyasî de xebatên xwe bikin.

Xebatên ew dikin cûrbecûr in ango ji asta herî nizim dibê ku li gundan be heta asta siyasî dibêje Maria Hagberg.

Ala dibêje ku ev rêxistin rêxistina jinan e û tenê bi rêxistinên jinan re çalakiyên xwe dike. Lewra ku jin di bingehê avakirina tunebin ew demokrasiya wê jî bê bingeh e.

Maria Hagberg bi çalakiyên jinên kurd gelek kêfxweş e li gor wê her çend astengiyên jinên kurd ji yên din gelek zêdetir jî be, jinên kurd ji yên din gelek wêrektir in. Astengiyên aborî, astengiyên siyasî ku pircaran ji ramanên olî û edetê tê, lê belê jinên gelek jîr derketine ku mafê xwe dipirsin û daxwaziya guherandinan dikin li Iraqê.

Li gor Ala Raiani divê jin bixwe di avakirina bingehî de hebin ji bo ku demokrasî û aştî di bingêhî de cihê xwe bigirin.