Derhinerê kurd bi îlhamên swêdî ve vegeriya

9:30 min

Rojek ji rojên havîna pir ewr ya Stockholmê ez û derhinêrê kurd Xosro Sîna li birca Kaknäsê, Kaknästornetê rûniştine û di derbarê sinemaya swêdî ,û ya kurdî de goftûguyan dikin. Li gor Xosro sinemaya swêdî xwe di cihanê de daye nasandin û pejirandin lê mixabin sinemaya kurdî hê negehijtiye astek wisa de.

Herçend çavên wî li çiyayên bilind yên Kurdistanê bigere jî, ew xwe li vir wek bîyanî nabîne. Ji ber ku ew rojane di kolanan de dest di nav dest de,  maçûmaçên keç û xortan dibîne. Ku ev jî dibe ilhamek ji hunera wî re.

Ger çavên derhinerek kurd kamera bibe û Swêd bixwe jî dikek bibe, dê ew derhiner bixwesta çi bikêşaya û nîşanê temaşevanên xwe li Kurdistanê bikira?

Dixwazim aramî û evin û evîndarî  ku li vir heye bixwe re bibim û li wir nîşan bidim dibêje Sîna. Ew wek mînak jî evîna navbera Ingrid Bergman dide nîşan ku wê dest ji kar û kariyera xwe li Holywoodê berda û thate ba evindarê xwe yê Rosselînî. Û dibêje ku divê ev yek di nav xwîna wan de hebe ku bêtir giranî didin evîniyê. Û dibe ku ev peyam e ku di nav hunera wan ya rind de xuya dike.

Xosro Sîna heta niha bi şano re têkildar bûye lê, wî di filîma Jana Gel de jî ku gelek dengveda jî wek senarîst kar kiriye.  Fîlma Jana Gel pirtûka romanê ya nivîskarê kurd Ibrahim Ahmed e û salên 80 yan de ji aliyê Jamil Rustemî ve wek film hate nîşandan. Fîlm ji bo xelata Academi Awards ya sala 80 yan wek baştirin filima zimanê bîyanî  hate bû namzed lê namzediya wê nehate pejirandin.

Ger rojeke wî bixwesta filîmek li ser Swêdê çêbikira  dê  ew film li ser çi mijarê bûya?

Wî dixwest ku fîlmek li ser  jiyanê kurdên li vir çêbikira ka bandorek çawan danîne ser Swêdê û herwuha ka Swêd çawan bandor daniye ser wan.

Raste ku bi çavên turistek yekdû hefteyî  mirov nikare wêneyek têrûtijî bibîne lê Xosro Sina di karê xwe de hînê çavdêriyan bûye û dizane ka çi di bîra xwe de tomar bike û paşî re bikar bîne.

Bandorê çanda Swêdê li ser kurdan çi ye gelo?

Xosro Sîna dibêje ku ev bandor bêtir xwe wek aramî daye ser civaka kurdan.  Bê guman ramanên wan awayê jiyanê wan jî gelek guherîne nabêjim baş yan nebaş lê gelek hatine guherandin li gor Xosro. 

Di derbarê çandên cûda di navbera rojhilatî û rojavayî an jî di navbera kurd û Swêdî de jî, Xosro sina dibêje ku navê herkes ji bo ku bikare entegreya çandek din bibe dev ji çanda xwe berdin lê wan herdu çandan bihevre bijînin.