Polîs dereng ma, zilam mir

1 saet û 17 deqe kişand heta ku polîs tevgeriya dema zilamek li parkek otomobîlan hat kuştin li Stockholmê hefteya derbasbûyî. Dema polîs giha cîhê bûyerê zilam miribû. Ligel ku ji polîs re hat ragihandin ku çek tên teqandin, santrala rêvebiriyê ev yek cidî nedît. Niha polîs dê li vê bûyerê bikole.