Li parlemana Swêdê nûnerên li derwelatê çêbûne

Ji dehan yek ango ji sedî dehê parlamenterên Swêdê li derveyî welêt çêbûne. Li gorî pîvandina kovara Riksdag & Departement, ku ev encam pêşkêş kiriye, ji 349 endamên parlemanê 31 li derveyî welêt, piraniya wan li Tirkiye, Iran û Iraq, Fînland û Almanya çêbûne. Piraniya wan nûnerên partiya Muhafezekar (m) yan ya Sosyaldemokrat (s) û yan jî ya Gel in (fp). Ji partiyên parlemanê tenê di nava Demokratên Swêdê (sd) de nûnerên li derveyî welêt çêbûne nînin. Di parlemana Swêdê de halî hazir 5 nûnerên kurd hene ji partiya Çep, Sosyaldemokrat, Jîngeh û partiya Gel. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".