Wêne: Björn Wanhatalo/Scanpix.

Wusa dixuyê ku Göran Hägglund dê bibe serokê KD

Serokê Demokratên Mesihî, Kristidemokraterna Göran Hägglund ji bo wazifeya rêveberiya partiyê piştgiriya 16 ji 26 herêmên siyasi werdigire. Piştgiriya herî dawî ji  herêma Jämtlandê û ya herêma giring ya Jönköpingê hat.

Irene Oskarsson seroka partiya Demokratên mesihî li herêma Jönköpingê ye.

-Erê em Göran Hägglund wek rêbera desteya xwe tayîn dikin, ew desteya ku em giring dibînin û dixwazin ku bi awayek rast rêve biçe. Em bawer dikin ku Göran dê vê karê bi awayek rast û zanyarî pêk bîne.

Lê pênc herêmên din serokek din dixwazin,  Uppsala, Kronberg û parêzgeha Stockholmê pişta Mats Odell digirin,  herdu herêmên din jî  Bohuslän û Södra Älvsborg jî  Hägglundê  wek serok naxwazin li gor  Navenda Nûçeyan ya Radyoya Swêdî Ekot.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista