Mizgeftekê seholî li bakura Swêdê

Dê mizgeftek ji seholê ango ji cemedê li otela seholî ya binavûdeng, li Jukkasjärviya Lapplandê bê avakirin. Hersal ji seholê dêrek li ba otêlê tê ava kirin , û ev fikra ku mizgefta seholî ji Mahmûd Aldebe hatiye. Aldebe berê serokê Federasyona Misilmanan li Swêdê bû. Tê payîn ku mizgeft zivistana sala bê de bê ava kirin.

-A niha projeyekê pê ve diçe, em bibînîn ka di pêşêrojê de çawa dibe. Derya me ji hemû ol û baweriyan re vekiriye dibêje Yngve Bergqvist rêveberê icehotels ji rojnameya Norrlänska Socialdemokraten re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".