Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Moderat bîyaniyan li derveyê reveberiyê dihêlin

Di partiya Muhafazakaran de, Moderaterna ji bo rêveberiya partiyê yek ji wan kesên pêşniyarkiriyê bîyanî nîne. Rêveberiya nû dê di kombûna partiyê de bê hilbijartin. Kombûn dê dawiya vê heftyê li Örebroyê pêk bê û herwuha dê bernameya ramanan jî bê pejirandinê. Di vê bernameyê de dinivîse ku divê Moderat ji bo Swêdek vekirî û daxil kar bike.

Sekretera partiyê Sofia Arkelsten di axavtinek xwe de diyar dike ku haya wê qet ji xebatên komîtê tuneye.

Kombûna partiyê dê sibe pêncşemê destpê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".