Rexne li ser Carl Bildt dibarin him ji derve, him hundirî

Wezîrê Derve yê Swêdê  Carl Bildt nihajî tuşê rexneyên partiya xwe bixwe tê, di derbarê karûbarên xwe yên li ser rojnamevanên swêdî yên zindankirî li Etyopyayê. Ev yek li gor rojnameya Swêdî Svenska Dagbladetê ye.

Rojnameyê ji gelek serokên federasyonên Moderatan di 25 parêzgehan kiriye, û gelek ji wan li ser awayê çareserkirina vê pirsê de Carl Bildt rexne dikin.

Ulf Ledin ku li Kronobergê serokati dike, ji rojnameyê re radigihine û ku ew di kombûna partiyê de, ji Carl Bildt ronîkirina xebatên xwe ji bo wan rojnamevanan dixwaze. Herwuha divê Bildt têkiliya xwe bi şirketa petrolê li Etiopyayê,  Lundin Petroliumê re jî ronî bike.

Carl Bildt heta sala 2006 an jî di rêveberiya vê şirketê de rûniştî bû û berê jî diyar kiribû ku ew bi wan re nebuye û qet neketiye nav danûstandinan bi Etiopyayê re.

Lê piştî lêkolîna Navenda Nûçeyan Ekot, xebatên Wezîrê Derve bi Lundin Petrolium re derkete holê.

Duh êvarê jî berpirsiyarê giştî yê Lundin Petroliumê Ashley Heppenstal, ku şirketa wan dema rêveberiya Carl Bildt  de jî aktîv bû û herwuha Carl Bildt bixwe jî beşdarê gotûbêjên şirketî dibûya ku jê biryara lêgerîna petrolê li herêmê dihat dayîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista