Wêne: Leif R Jansson/ Scanpix

Ava vexwarinê nesaxiyan belav dike

Ji sala par heta niha gelek kes ji ava vexwarinê nexweş ketine. Û guhezîna avûhewayê jî li Swêdê dibe sedema pirbaraniyê ku gelek maddeyan bixwere diherikîne û dêxe nav ava vexwarinê de. Bêtir lehî dikare bibe sedema avserdeçûna sistema qanalizasyonê jî ku dikare bikeve nav ava vexwarinê de jî.

A niha him saziyên fermî, him saziyên beşa avê û lêkolîner li pê riyek digerin ku di pêşerojê de avavexwarina swêdî pak bibe.

Thomas Pettersson lêkolînerê avavexwarinê ye li Zaningeha tekniki Chalmers li Göteborgê.

- Ev a niha dem dema wê ye, û van bûyerên dawî de ku gelek kes ji avavexwarinê nesax ketine ji xwe xwe eşkere ye ji xwe. Û niha dema rawestanê nîne lê divê ev hema niha û zû bê kirin.

Thomas Petterson dibêje vê yekê.

Qanûnên zelaltir, çêtir av û sistema pakkirinê,  bêtirkirina herêmên parastî ji bo avê û herwuha bêtir zanyariya li ser riskan di nav şaredariyan de, çend awayê berîlêgirtinê ye li gor saziyên fermî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".