Şefê Säpo Anders Danielsson.

Asta tehdîta terorê berdewam li sêyan dimîne

Dema polîsê ewlekariyê Säpo berî bi salekê bo cara yekemîn asta tehdîta terora dijî Swêdê ji duyan bilind kir sêyan, ku pênc herî bilind e, sedem gûmanên ji kesek taybet bû. Lê ew kes ji ber gûmana sûcek din hat darizandin. Û niha digel ku tehdîta ji ber wê gûmanê li holê nemaye jî asta tehdîta terorê hîn jî li sêyan maye. Berpirsê Säpoyê Anders Danielsson dibêje tehdîta dij Swêdê her diçe bêhtir dibe li rûpelên ku îlhamê ji al-Qaida werdigirin, û ev sedem e ku asta tehdîtê berdewam bimîne.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".