Ji berpirsê berê yê NY Hans Corell doza lêkolînê

Berpirsê dadî yê berê yê NY Hans Corell rexnegir e li awayê girtin û kuştina dîktatorê berê yê Lîbyayê Muammar Kadaffi. Corell xêrhatina lêkolînek navneteweyî dike.  

- Nizanim tam çi bûye û girîng e lêkolîn bibe. Û yekem pirsa ez dikim ev e: Hikûmeta demî çi talîmat daye hêzên çekdar? Armanc girtin û radestkirina Qeddafî bû bo dadgeha sûcên şerî ya Haag’ê ku hukmê girtina wî derxistibû. Lê wiha nebû û divê ev mesele lêkolîn bibe, Hans Corell şevê din di bernameya Agenda ya televizyona Swêdê SVT de got.

Corell fikaran dike ku awayê kuştina Qeddafî dikare siyê bavêje ser xebata hikûmeta demî. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".