Baweriya bi partiya Sosyaldemokratan kêm bû dema hat zanîn ku serokê partiyê Håkan Juholt alîkariya xanî werdigire. Wêne: Anders Wiklund/Scanpix.

Baweriya bi Sosyaldemokratan rekorane kêm bûye

Lêkolînek raya giştî ya taybet ji Sifo’yê diyar dike baweriya bi partiya sosyaldemokratan daketiye %25,5. Ev ji sala 1967 dema Sifo dest bi lêkolînan kiriye ve hejmara herî nizm e bo sosyaldemokratan. Berî bi sê hefteyan, berî bahoza li dora serokê partiyê Håkan Juholtî, asta baweriya bi sosyaldemokratan %35 bû. Ango kêmbûna baweriyê dikare ji ber wê bûyerê be. Di heman demê de partiya muhafezekaran ji %28,2 bilind bûye %34,8. Encama lêkolîna Sifo marjînalek şaşî ya %3 heye û hevpeyvîn bi beşdariya kêmî 1000 kesan bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".