Rihê keçan girîngtir e ji kara şîrketan

Herêma Skåne destpê kiriye bi derzîkirina keçan ji bo rêgirtina kansera rehmê, digel ku qayîşa di navbera du şîrketên dermanan hîn temam nebûye jî. Ev qayîş sê sal e dom dike û herdû şîrket îdia dikin ku dermanê wan dikare bergiriya kansera rehmê bikin. Kirîna vî dermanî ku dê di asta neteweyî de bibe, ji ber qayîşa şîrketan her paşve ketiye. Îcar dawiya dawî herêma Skåne jî westiya û biryar da dermanên xwe yekser ji şîrketa ku Gardasil difroşe, bikire.

Di qanûnê de paragrafek heye ku destûrê dide ku îstîsna bibe ji kirîna giştî.

Lê dîsa jî mimkun e Herêma Skåneyê ji ber biryara xwe neçarî dayîna pareyê tazmînatê bibe.  

Gilbert Tribo şêwirmendê herêma Skåne, li ser vê dibêje:

- Eger ji me re heqê tazmînatê hat bila bê, ji keçên Skåneyê ne hêjatir e.

Bi vê helwesta xwe herêma Skåne dixwazin nerazîbûna xwe ji şîrketan diyar bike û bide zanîn ku rihê keçan ji kara şîrketên dermanan şîrîntir e.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista