Flera av folkabussarna är överfulla och bärplockarna obältade. Foto: Emil Östlund/Sveriges Radio

Karkerên bêkaxiz li Swêdê tên xapandin

Berhevkarên trîreşkan yên bêkaxiz, li Swêdê tên bikaranîn  û xapandinê. Ev li gor rapora rêxistina Swedwatchê ye ku roja çareşemê dane nasîn.Lê belê şertên ji bo berhevkarên bîyanî ku ji aliyê şirketan ve hatine girtin di sesona dawî de çêtir bûne.

Ji  ber nebûna mafê karî, derfetên wan kêm e ku dengê xwe li dij şertên neçê bilind bikin û nikarin serî li saziyan jî bidin ku gilî bikin.

Ji bo ku rîskabikaranîna berhavkarên bîyanî kêmtir bikin, divê karê bêkaxizan  bê legalîze kirin û herwuha divê firoşyar jî ji bo şertên berhevkaran bêtir berpirsiyarî werbigirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".