Wêne: Johan Nilsson/Scanpix

Bi gumana kuştina penaberekî girtina du kesan tê xwestin

Du mêrên 19 û 21 salî, ku gumana kuştina penaberekî li wan tê kirin, carek din girtina wan ji ber mêrkujî hate xwestin. Hefteya berê li Eslövê penaberekî 16  salî hatibû kuştin. Herwuha kesek din jî ku mêrek 19 salî ye, tê gumankirin ku alikariya mêrkujiyê kiriye.

Xortê ku hate kuştin, bi tesadufek bûbû hedefa gulleyan dema van kesan êrişê mala penaberan kiribû. Gulle li serê wî ketibû û birîndariya wî giran bû. Gihijtandinê nexweşxaneyê lê roja duşemê jiyana xwe ji dest da.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista