Kristofs Girgensons ê 34 salî vê havîna derbasbûyî ji bo kar hat Nyköpingê. Wî pere deyn kir, ew dibêje. Wêne: Lotta Karlsmark/Radyoya Swêdê

Karkirên letonî belaş tên xebitandin

Kristofs Girgensons lê 34 salî hevjîna xwe ya ducanî li Rîga hişt, pere deyn kir û hat Swêdê kar bike. Kristof Girgenson di nava maweyek yek mehî de 220 saet kar kir. Wî li dewrûberên Nyköpingê sênc ango perjîn çêkir, qeroyê serşokan danî û di jêrzemîna malekê de dîwar çêkir. Wî rojê 14 saetan li malên xelkê kar kir lê tu pere wernegirt. 

Henrik Arvidsson rêvebirê kompaniya Arvidsson och Sundling e, ya sala 2005an damezraye. Kompanî li malpera xwe dide zanîn ku ew karkirên letonî yên kêmmesref pêşkêşî xizmetê dikin.

Dema nûçeyên Radyoya Swêdê têkiliyê dideynin bi Henrik Arvidsson re, pêşî ew dibêje ku herdem mehaneya karkiran dide wan lê piştre gotina xwe diguhere û dibêje wî agahiyên bankahesaba Kristofsî nîne û ji ber wê pereyê wî nedaye.

Balyozxaneya Letonyayê dibêje rewşa Kristofs ne tenê ye lê ev hatiye serê gelek kesên din jî. Henrik Arvidsson ji mişteriyên xwe yên swêdî pere werdigire lê letoniyan belaş dixebitîne, û li ser vê nameyek ji polîs û daîreya bacê Skatteverketê re şandine.  

Kurdên Swêdê piştî erdheja li bajarê Wanê yê li bakurê Kurdistanê, bo alîkariya mexdûran ketine nava liv û tevgerê. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".