Wêne: Staffan Löwstedt/Scanpix

Rewşa aborî bandorê li bazara dema nôelê dike

Tên texmîn kirin ku bazar kirina dema noelê vê sale dê careke din rekorê bişkîn e, ev li gor pêşbînîyên HUI Reearch. Ew texmîn dikin ku dê cîro bigihêje 65,2 milyar kron, ev pirbûneke bi 1 % danberhev bi sala par re.

Tevlî vê jî tên payin ku sala 2011 dê bibe sala herî lawaz bo kirîn û firotina dema noel de ji sala 1995 de.

Perên malbatan nuha bêhtir hene ji berê ve, lê krîsa deyinan di Ewrûpayê de nearamîyê belav dike û bazarganî ketîye hevrikîyê de bi branşên din re. Tên texmîn kirin ku her serê kesekî dê 6 900 kronî xerc bike bi kirînê di meha duanzdan de, dê berîya her tiştî kirîna xwarin, werziş û lîstikên zarokan be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".