Dadgehkirina rojnamevanên swêdî îro jî berdewam kir

Pêvajoya dadgehkirina her du rojnamevanên swêdî, Martin Schibbye û Johan Persson li paytexta Etîyopyayê, Abeba berdewam dike.

Peyamnêrê rojnameya Dagens Nyheter radigihîne ku yê dozger wêne pêşkêş û filîmkêşan pêşkêş kir.

Ev materialê ku geheştîye yê dozger, ji herdu rojnamevanan hatin standin û di kamere, kombîyoter û telefonê wan de hatin peyda kirin.

Wêneyên hatin pêşkêş kirin di dadgeh kirinê de beşek ji delîlên alîyê dozger bi kar tîne bo îsbat kirina ku her du rojnamevan temrînên bi kar anîna sîlah wergirtibûn.

Diyar e di wêneyan de tên nîşan dan bê çawa her du swêdî bi sîlahê nobedarekî li Somalîyayê dilîzin, lê tu nerînên temrînan di wan ne eşkere bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".