Wêne: Radyoya Swêdê

WHO: Divê pitik tev derzî bibin

Ev 20 sal in rêxistina Tendurustiya Cîhanî, WHO, şîret dike ku ji bo bergiriya hepatit B'yê zarok tev bên derzîkirin lê Swêdê guh nedaye vê şîretê. Heta niha tenê grûbên berxeter û zarokên bi dê yan bavek li derveyî Ewrûpayê çêbûye derzî bûne. Lê ji bo tendurustiya giştî divê hemû zarokên biçûk bên derzîkirin, şeş doktorên enfeksyon û  nexweşiyên dirmî ango vegirbar, diyar dikin li rûpela gotûbêjê yê rojnameya Dagens Nyheterê. Mesrefa vê derzîkirina giştî ya bergiriya hepatit B’yê salê duwanzdeh milyon kron e, ku li gorî derziyên din pereyek kêm e, doktor dibêjin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".