Wezîra yarmetiyê serdana Lîbyayê kir

Wezîra yarmetiyê Gunilla Carlsson yekemîn nûnera hikûmetê ye ku serdana Lîbyayê dike piştî ketina rejîma Qeddafî. Carlsson diyar dike ku ew dizane Lîbya kevneşopek demokrasiyê û dezgehên azadî û mafan nîne. Ne jî wan civakek sîvîl ya bi çapemeniyek azad heye ya bikare hesab ji desthilatdaran bixwaze.

Serokê hikûmeta demî Mustafa Jalil gotiye ew dixwaze di makezagona nû de Şerîeta îslamê hebe.

Wezîr Gunilla Carlsson bi tundî li dij vê yekê derdiketiye û di serdana xwe ya li welêt ev helwesta xwe ji endamên desteya demî re diyar kiriye. Carlsson dibêje weke mînak divê di xebatên ji bo dad edaletê de cîhê jinan jî hebe, û tawanbarên tawanên şerî bên darizandin.  

Swêd heta niha 200 milyon kron alîkariya Lîbyayê kiriye di warê însanî û dê ji niha û pêde giraniyê bide alîkariya avakirina welêt, wezîr Gunilla Carlsson dibêje.

Wekî din nabe Lîbya jî bibe mîna Iraqê bi gendelî û şaşkaranîna desthilatiyê. Ji ber wê em dê bixwazin ku karê wan şefaf be û ew tolhildanê nekin esas, wezîr Gunilla Carlsson dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".