Dalkurd û navdarên swêdî piştgîrîya qurbanên erdheja Wanê dikin

Guhdarîya Bawer Coskun û Özz Nûjen bikin
13 min

Piştî erdheja wanê kampanîyayên cuda li Swêdê li dar ketin û berdewamin jî  bo piştgîrî û komkirina alîkarîyê bo qurbanên erdheja wanê. Matçeke fûtbolê ya tîma Dalkurd FF û tîma kanala televizyonê ya navdar, TV-laget vê yekşemê, yek ji nimûneyên berhevkirina alîkarîyê ye bo wanê.

Di nav van kesên navdar de, sporvan û hem jî kesayetîyên swêdî yên navdar jî henin, di nav wan du kurd, Özz Nûjen û Soran Ismail.

Bawer Coskun, berpirsê çapamenîyê yê berê yê Dalkurd FF, di heman roja erdheja li herêma Wanê, 23 meha dehan de hizra matçeke fûtbolê ya Dalkurdê di serê wî de gerîya û bi amadekirina wê rabû.

Akter û komîdîsîyen kurd, Özz Nûjen yek ji beşdarên matça roja yekşemê ye hember Dalkurd FF û ew tevlî danîna peywendîyan  bi navdarên Swêdê re bû.

Guhdarîya herduyan bikin di vê hevpeyivînê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".