Rêvebiriya partiya Çep yekserokiyê dixwaze

Rêvebiriya partiya Çep (v) biryar da ku bi berdewamî yek serokê partiyê hebe. Di demên dawiyê de ji nava partiyê bixwe hatiye xwestin ku serokatiya partiyê ji aliyê du kesan ve bê kirin lê rêvebiriya partiyê bawer nake ku sîstema du-serokî dê bikare pirsgirêkên partiya çep çareser bike.

Partiya çep di vê pirsa du-serokiyê de bûye du beş.

Jonas Sjöstedt, yê yek ji berendamên serokatiya partiyê, alîgirê du-serokiyê ye û biryara rêvebiriya partiyê ne bi dilê wî ye:

Gotina dawî hîn nehatiye gotin, Sjöstedt dibêje. 

Biryara rêvebiriya partiyê dê here ji kongreyê re lê biryara dawîn ji aliyê kongreyê tê dayîn. Kongreya partiyê dê di meha januari ya sala pêşiya me de li dar bikeve. 

Çavkanî: Ekot

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".