Modela Salsa tê guhertin piştî rexneyan

Daîreya Dibistanê piştî rexneyan dê modela xwe ya pîvanê, ya bi navê Salsa ji nû ve saz bike. Bi pîvana vê modelê, dibistanên bi hejmarek pir kur, koçber û şagirtên ji malbatên bi asta nizm ya xwendinê, dê bi navincî notên kêmtir wergirin li gorî şagirtên din. Weke mînak li dibistana Fittjaskolana li şaredariya Botkyrka tenê %36 ê şagirtan dê heq ji hemû maweyên xwe derkevin.

 

Ji ber ku li wir piraniya şagirtan zarokên dêûbavên li derveyî Swêdê ji dayik bûne û bi asta nizm ya xwendinê ne. Lê di rastiyê de %63 yê şagirtên vê dibistanê serketîbûn sala 2010.

Îcar niha hejmarek lêkolerên dibistanê dibêjin Salsa dibe sedema hêviyên kêm ji çend grubên şagirtan û ji ber vê asta encamên wan kêm dike.

Daîreya dibistanê niha dê Salsa-modelê biguhere û li şûna ku balê bide paşxana civakî, dê berê xwe bide encamên şagirtan.

Çavkanî: Ekot/Bernameya P1 Morgon

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".