Hêza leşkerî yê swêdî ji Mazharê Şerifî bar bike

Hêza lêşkerî ya swêdî dê ji cihê xwe ya Mazharê Şerifî bar bike. Ev beşek ji hevpeymana hikûmetê,Partiya Jîngehê û Sosyaldemokratan e.  Li gor vê hevpeymanê jî dê ev hêz heta sala 2014 yan  ji 500 kesan dakeve 200 kesan. Li gor navenda Nûçeyan Ekot.

Ev yek îro ji aliyê wezîrê derve Carl Bildt ve jî di rojnameya swêdî Dagens Nyheterê de hate peyîtandin.

Hêza leşkerî dê êdi li bingehek mezintir li  Marmalê ya almanî bicî bibin. Îhtimal e ku hêzên welatên din jî li bakurê Afganîstanê di heman cihê de bicî bibin.

Peter Rådberg ji Partiya Jîngehê  wek Urban Ahlinê Sosyaldemokrat  jî dibêjin ku bakûrê Afganistanê bê hêzên welatên din, pêşketineke çê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".