Wêne: Jonas Ekströmer/Scanpix.

Hejmara goriyên tawanan kêmtir bûye

Kesên ku bûne goriyên tawanan ji 5 sal berê kêmtir bûne, li gor lêkolîna Konseya Berlêgirtina Tawanan (Brottsförebyggande rådet).  Ev hejmar di pênc salan de ji sedê 26 an daketiye 23 yan. Tawanên ku bêtir pêk tên tawanên biçûk in, wek diziyên bisikletan û gefxwarin. Tawanên giran wek lêdan û sûcê cinsî kêmtir pêk tê.

Tawanên li dijê kesî wek mînak lêdan û şelandinê de bêtir xortên gihijtî dikevine ber. Hejmara tawanên wan du car hingê hemû şêniya welêt e.

Mêrên xort  bêtir dibin goriyên tawanên lêdanê, lê jinên xort bêtir dibin goriyên gefxarinê.

Ji nivî bêtir ji wan ên ku bûne gorî diyar dikin ku giliya polis nekirine Tawanên cinsî û nerihet kirin, ji dizî û şelandinê kêmtir tên gilî kirin

Li gor navenda nuçeyên rojnameyan, TT 14 000 kes beşdarê vê lêkolînê bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".