Wêne: Jan Erik Henriksson/SCANPIX

Anders Borg ji çûna Berlusconi re ERÊ dide, ji deyndayîne re NE dide

Wezîrê darayî Anders Borg dibêje bila îtalî bixwe kêra xwe bên, piştî ku Silvio Berslusconi duh ji ber krîza deynê peymana dev ji karberdanê da. Lê belê li gor Berlusconi divê pêşî reformên Yekitiya Ewrupayê ji aliyê parlementoyê ve bên pejirandin. Berlusconi herwuha hilbijartinek nû jî dixwaze.

Duh wezîrên darayi yên  Yekitiyê Ewrupayê li Brukselê kom bûn û hê berya ku Berlusconî peymana devjikarberdanê dabû, Anders Borg daxwaziya siyasetek  bi berpirsiyarî kir û got; 

-Imkanên  gelê îtalî gelek hene ku deynê welatê xwe, bixwe kêmtir bikin. Dewlemendiyên wan gelek in dikarin mesrefên xwe yê giştî kêmtir bikin û dikarn baca xwe bilindtir bikin. Ferqek mezin di navbera Yunanistanê û Italyayê heye ger Italî bikarin siyasetek bi berpirsiyarî pêk bînin.

Bi raya Anders Borg  peymana Silvio Berlusconi ya istifakirinê erênî ye lê deynê lezgînî jî nade wan, dibêje ku Italya dikare seri bi krîza xwe derkeve.

Rewşên dijwar li ser riya Italyayê ne ku  niha li dû serokatiyek ketine, lê Anders Borg naxwaze diyar bike ka dixwaze kî wek serokwezîr bibîne di şûna Berlusconî de. Û diyar dike ku gel  Berlusconi ciddî nedigirt in û di civînan de jî gelek qêr didanê  ji ber karên ku karên xwe yên aborî pêk nedianî.

Heta niha bêtir welatên başûrên Ewrupayê ketine ber krîzê, lê welatên bakûrê baştir xwe ji krîzê filitandine. Lê belê dîsa jî bandor li ser van welatan dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".