Hikûmet parastina ewlekariyê xurt dike

Hikûmet dê parastina dij sîxurî, teror û tawanên din yên dij ewlekariya welatî di ber çav re derbas bike. Wezîra dadê Beatrice Ask ji nûçeyên radyoya Swêdê Ekot re dibêje ku qanûna niha zêdeyî 15 salan kevn e û ne li gorî rastiya îroyîn e. Halî hazir qanûn giraniyê dide berlêgirtina leşkerî, lê îro pêdivî zêdetir heye bi bergirtina êrîşên elektronîk yên dij sîstemên agahdariyê yên ku ji bo civakê girîng in.

Eger li dijî daîreyek mezin weke mînak kaseya sîgortayê Försäkringskassan sabotajek mezin pêk bê dê encamên gelekî dijwar bi xwe re bîne ji ber ku daîre bi temamî girêdayî komputeran e û agahiyên nexweşan, bêkaran û teqawîdbûyiyan giş li wir belge dibin, wezîr Beatrice Ask dibêje.

Ji bo ku analîz bike kîjan qad pêdivî hene bi parastina dij terorîzmê û bi ewlekariyê, hikûmet şefê berê yê polîsê giştî Sten Heckscher wezîfedar dike. Analîza Heckscher divê di nava salek û nîvê de bi encam bibe.