Bawer Coşkun Roj xelata Rebell wergirt

Wergirê xelata aştiya hundirîn ya Rebell, bi swêdî Rebells inre fridspris, ya îsal, Bawer Coşkun Roj yê kurd e. Xelat wiha motîve bûye: ”Di encama erdhejek dijwar ya di 26 cotmehê de, bi hezaran kurd li bajarê Wanê li rojhilatê Tirkiyê xisarek pir mezin dîtin. Ji ber rewşa dijwar ya di navbera kurd û tirkan de, alîkariya dewleta tirk gelekî kêm bûye. Ji bo alîkariyê Wanê bikin maçek futbolê hat lidardarxistin di navbera Dalkurd FF û hejmarek kesên navdar de. Vê maçê çaryek milyonek, ango 250 hezar kronên swêdî berhev kir yên ku yekser çûn ji Wanê re. Xelata Rebell ya aştiya navxweyî ya sala 2011 diçe ji Bawer Coşkun Roj re ji ber ku wî ev maça futbolê ya alîkariyê li dar xist.”