Biryara hikûmetê rastê rexneyan tê

 Hikûmetê biryarek wusa da ku hema di demê de rastê  rexneyan hat. Wan erk dane pedagogên ”super” da biçine dibistanên serneketî ku derdê wan derman bikin ev jî çawa ku ilham ji bernamayekê Tv  bi navê ”Klass 9A” werbigirin.

Dê ev mamoste xebatên xwe li 10 dibistanên bi pirsgirek ve bikin. ango ew dibistanên ku baş serneketine ji bo encama zanyariyên wan bilind bikin  li gor cîgira wezîra perwerdehiyê Nyamko Sabuni:

-Ev dibistanên wisa ne ku xwendegehên têde negihiştine hedefên xwe û em dibînin ku ev wusa  dom jî dike û herwuha risk  jî heye ku  hê xirabtir jî bibe ger em berya vê  yekê negirin, ji bilî wan reformên nû ku niha di dibistanan de tên ajotin. Ev gelek baş in û li ser bingehek xurt in, lê ji bo wan zarokên ku nû hatine Swêdê û zimanê swedî nizanin û alikariyek bi cureyek din pêdivî ye ji bilî  reformên bingehî ku niha heye li gor Nyamko Sabuni.

Civak  di warê dibistanê serneketiye da perwerdehiyek bide zarokan ku mafê wan e.  Dibêje Nyamko Sabuni a niha dem dema  guherînê ye. Lê belê Metta Fjelkner seroka Federasyona Mamosteyan hinek dudil e

- Bi raya min ev modelekê nebaş e, û ji min re gelek seyr e ku hikumetekê ji bo perwerdehiyek zû bernameyekî televîzyonê wek model dide nîşan.

Metta Fjelkner dibêje, civata mamosteyan ev 20, 25 sal in daxwaziya cûreyek din ya perwerdehiyê dikin, lê heta niha jî ev daxwazî nehatiye cî.  Ew dibêje ku rêzefilmekê ser bizişkan diTV yê de wek mînak dê nebuya bingeha perwerdehiya karê wan.

Nyamko Sabunî  carekê din:

- Ev ne meseleya ku mirov ilham ji filmekê TV digire. Em dixwazin mamosteyan bişînin ku ji mamosteyên di dibistanan rêberî bikin, û destek bidin wan  û wan di pola wan  bixwe de pêşve dibin. Ango mamosteyên rêber dê polê ji mamosteyên berpirsiyarên polê nestîne.

Metta Fjelkner dibêje ku rast e ev modela han  ji hinekan re serbikeve yên ku dixwazin piştgiriya rêberiyê bigirin. Eger na, sernakeve. Bi raya min dê konseptekê gelek nerênî jê derkeve.

Heyder Diljen jî vê yekê dipeyîtîne û dibêje ku ev dikare bandorek nerênî li ser deruniya mamosteyê bixwe bike.

Li gor Metta Fjelkner ev 20 sal in ku zûperwerdehî hatiye pêşkêş kirin ku ji aliyê civaka mamosteyan ve nehatiye daxwaz kirin, û ew dixwaze ku mirov bêtir ser vê, ango bêtir perwerdehiya bidine mamosteyên ku dixwazin

Lê Nyamko Sabuni cîgira wezîra Dibistanê dibêje ku ev proje berya hev nagirin. Ev projeya 3 salî  ku buhayê 60 milyon kron e, dê bi reforma nû ya dibistanê re rêve biçe, ew reforma ji aliyê mamosteyan hatiye jinûve kirin.

Dê ev pere biçine 10 dibistanên taxên ku berê ji hikûmet pê re mijûl bûne. ku jê re dibêjin hevpeymana pêşveçûnê ya herêmê.

Heyder Diljen jî wek Metta Fjelkner bîr dike û dibêje ku ev baweriya hikumetekê aliyê rast e, li gor wî pirsgirek bi superan çaresar nabe, divê sistem bên guhertin.. ya pirsgirek sistem bixwe ye.

Diljen herwuha dom dike û çend riyên çareseriyê rêz dike ku ji bilî  da mirov cawan dikare pirsgirekên di nav polê de çareser bike ku bandor li perwerdehiyek serkeftî bike