Piştgiriya euro ji herdemê kêmtir bûye

Piştgiriya ji euro’yê re pir kêm e li Swêdê li gorî pîvandinek raya giştî ya buroya navendî ta statîstîkan, SCB. Eger îro hilbijartin bûya dê tenê nêzî %11 ji euro’yê re dengê erê bidana û nêzî % 80 jî dê bigotana na. Li dor %8 jî dibêjin ew nizanin dê wan dengê xwe çawa bikar banîya. Di heman pîvandina meha gulana sala derbasbûyî de %24 ji euro re gotin erê û %64 jî gotin na. Nêzî 6.000 kes beşdarî vê pîvandinê bûne.