Li pir şaredariyan bac bilind dibe

Hejmarek şaredariyên Swêdê dê baca xwe bilind bikin sala pêşiya me. Bi gotinek din 63 ji 290 şaredariyan dê baca xwe ango kommunalskatta xwe bilind bikin di sala 2012an de. Şeş şaredarî jî dê baca xwe nizm bikin, li gorî pîvandinek buroya navendî ya statîstîkan SCB. Bilindbûna herî pir %1 e û dê li şaredariya Ydre ya li herêma Östergötland û li Arjeplog ya li Lapplandê bê kirin. Bi nizmkirinek %0,30 Alvesta ya herêma Småland dibe şaredariya ku herî pir baca xwe kêm dike.

Baca herî bilind %34,32 e û ya şaredariya Hofors ya herêma Gästrikland’ê ye. Şaredariya bi baca herî nizm jî Vellinge ya li herêma Skåne ye, ku baca wê %28,89 e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista