Di kontrola tendurustiya penaxwazan de kêmanî

Kontrola tendurustiyê tenê ji hinek  penaxwazan re tê pêşkêşkirin, lê li gorî qanûna Swêdê divê ji gişan re pêşkêş bibe. Yên ku beşdarî kontrola tendurustiyê dibin jî carna heta salekê di dorê de dimînin, li gorî hejmarên enstîtuya bergiriya vegirtinê Smittskyddsinstitutet. Ev kontrol girîng in hem ji bo takekesan û hem ji bo civakê, bi taybetî ji bo bergiriya li vegirtina nexweşiyan.

Li gorî lêkolerê enstîtuya bergiriya vegirtinan, Smittskyddsinstitutet, Robert Jonzon, du sedem hene ku qanûna heyî pêk nayê. Hem hinek meclîsên wîlayetê girîngiyê nadin vê pirsê, û hem hinek kêmasiyên sîstemî hene.