Pareyên nû SAABê demeke din ji îflasê dûr ket

6:16 min

Şîrketa çînî Youngman serê vê sibê zêdeyî 30 milyon kron razand hesabê şîrketa otomobîlan Saabê. Bi vî re dîrektorê Saabê Victor Muller hêvî dike ku jinûve dest bi produksiyona li fabrikeyên bajarê Trollhättanê bike.

– Saab bi her awayî şîriketeke gelek cûda ye û wî ev tiştek nedîtiye. Lê dîsa jî îhtîmala Saabê ya xelasbûnê gelek kêm e, dibêje parêzer û serokê komîta jinûve-avakirin û îflasê ya Saabê Odd Swarting.

Tevî ku çend endamên rêvebiriya Saabê duh wezîfeyên xwe berdan û dîrektorê gîştî Viktor Muller bi tenê ma dîsa jî tu serdaneke îflasê nedan dadgeha destpêkê ya li bajarê Vänersborgê.

Sedemê wezîfeberdana rêvebirên Saabê deynê şîrketê yên bacê ne. Heger Saab nikaribe deynên xwe bide wê demê endamên rêvebiriyê dibin deyndarê Daîreya bacê û ev jî bû sedem ku ew duh, berya derbasbûna roja dawî ya dayîna deynan xwe ji rêvebiriya şîrketê bikşînin.

Lê serê vê sibê biryarek hat aşkerekirin ku pareyên nû ji bo Saab hatine. Rojnama Dagens Industri radighetïne ku şîriketa çînî Youngman, ku tê bawerkirin dê yek ji xwediyên nû be, 30 milyon kron dane. Bi van pareyan dê Saab Automobile baca xwe bide Daîreya gîştî ya bacê.

Hatina pareyên nû ji aliyê Victor Muller ve hat teyîdkirin. Û berpirsê çapemeniyê yê Saabê Erik Geers dibêje hatina van pereyan nîşa dide ku cem şîrketa çînî di niyet û îradeyek heye.

Lê ev nayê wê wateyê ku dê xebatkarên Saabê karibin maaş û destheqa xwe yên meha mijdar û kanûnê wergirin, dibêje Erik Geers. 

Ber bi dawiya hefteyê jî dê Youngman 180 milyon kronên din jî bide ji bo ku Saab karibe maaşên xebatkarên xwe bide. Bi vî awayî dê Saab karibe demeke din jî bijî.

Sedemê comerdiya şîrketa çînî Youngman ew e ku karibe teknîka Saabê bi awayeke herzan bikire. Mesrefa avakirina bingehê otomobîleke nû bi milyaran kronî tê hesabkirin. Lê ewil pêwîst e şîriketa General Motors destûra bikaranîna teknîkê bide.

Ji ber vê yekê nayê zanîn ka dê şîrketa çînî hetanî kengê sebir bike, ta ku çareseriyek bi dilê xwediyê berê General Motors were dîtin. Hetanî niha General Motors li dij derketiye ku şîrketên çînî bibin xwediyê teknîka Saabê û vê teknîkê û awayên avakariya otomobîlan di endustriya otomobîlan ya çînî de bikar bînin. Yanî, General Motors naxwaze çînî teknîkek ku hêza wan a reqabetê xurt bike di saya Saabê de bidest bixin.

Di halî hazir de dê dadgeha destpêkê ber bi dawiya hefteyê de biryarê bide ka gelo divê jinûveavakariya Saabê li ser daxwaza avakar Guy Lofalk were rawestandin an na. Ferq ew e ku gava Lofalk vê daxwaziyê kir kasaya Saabê vala bû. Lê niha bi mudaxeleya şîrketa çînî Youngman careke din pare ketiye kasaya Saabê.

Marie Karlsson-Tuula li zaningeha Göteborgê doçenta hiqûqa medenî ye û di pirsên jinuveavakarî û îflasê de pispor e. Gelo pareyên nû dikare Saabê xelas bike? Bi ya Marie Karlsson-Tuula ev pare demeke dirêj têr nake.

– Ji bo produksiyona otomobîlan jinûve destpêbike li gorî analîzên rojnama Dagens Industri pêdivî bi navbera 10 ta 13 milyar kronî heye. Ji ber vê yekê tiştên niha dibin ji bo çareseriyeke berwext e, dibêje Marie Karlsson-Tuula.

Niha pirsa sereke ew e ku ka her sisê aliyên ku berjewendiyên xwe di Saabê de hene dê li ser peymanekê çawa li hev bikin. Aliyê yekem Victor Muller û kesên li dora wî ne, yë dûem şîrketa Youngman û berjewendîkarên çînî û ya seêm jî şîrketa amerîkî General Motors e, ku her weha xwediyê bi tenê yê lîsans û mafê telîfê yê teknîka Saabê ye.

-- Heger em ji çînî û General Motors destpêbikin; her dû alî jî dixwazin ji dest wan çiqas tê destê xwe xurt bikin û pozîsyonên xwe bidin pêş. Berjewendiyên General Motors yên li Çînê gelekî mezin in. Çîn dûemîn bazara General Motorsê ye. Li wir her weha şîrikatiyek wan bi şîrketa çînî ya otomobîlan Saic re heye. Û ew naxwaze bi dayîna teknîka û plattformên Saabê re vê danûnastendina xwe xera bikin û reqîbên Saic (yanî Youngman) xurt bikin, dibêje Matts Carlsson, analîzkarê serbixwe yê wesayitan. 

-- Dîrektorê gîştî yê Saabê Victor Muller ji vê yekê hayedar e û dixwaze çareseriyeke wisa peyda bike ku berjewendiyên General Motors jî tetmîn bibin. Û li hêla din Victor Muller daxwaz jî dike ku şîrketa çînî li ser qedera Saabê bibe xwedî gotineke xurt û pêşerojeke demdirêj. Niha li ser Victor Muller maye ku van her sisê parçeyan bi hev ve girê bide û hemû aliyan tetmîn bike, dibêje Matts Carlsson.

Lê di pêvajoya kin de pêwîst e bi awayeke lez pare têkeve kasaya Saabê, ji bo Saab karibe bijî. Bi ya Odd Swarting heta niha sebra xebatkaran û şîrketên taşeron kiriye ku Saab karîbûye li ser lingan bimîne. Vana heta niha jî nikarîbûne maaş û pareyên xwe wergirtin, dibêje Odd Swarting:

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista