”Nîşangerê Malmöyê” serî li psîkolog daye

”Nîşangerê Malmöyê” yê ku niha girtî ye ji ber 3 kuştinan û 13 hewlên kuştinê, diyar dike ku ew  di lêkolînek psîkiyatrî re derbas dibû dema wî ew tewan kirin. Nîşangerê 39-salî lîsans ango destûrnameya çekgirtinê hebû. Li gorî qanûna Swêdê, bijîşk divê haya polîs çêbikin dema gûman dikin ku kesek xwedî lîsansa çekgirtinê dikare tiştên xeter bike.  Lê di pratîkê de ev yek pêk nehatiye.

Wekî din niha bêhtir zanyarî hene ku nîşangerê 39-salî di tevgera bi navê ”sanningsrörelsen” ya bi meylên dijcihû de çalak bû û eşkere heyranê Lasermanen John Ausonius bû.

Ausonius bi giştî li yanzdeh kesan çek teqand li Stockholm û Uppsala di destpêka salên 1990´î de. Yek hat kuştin û çend ji wan jî bi giranî birîndar bûn.

Li bendê ye ku di dawiya meha çileya pêşîn de li rêzenîşangerê Malmöyê doz bê vekirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista