Her du bi tawanên teroristî hatin cûcdarî kirin

Her du rojnamevanên swêdî, Martin Schibby û Johan Persson yên li Etyûpiyayê hatine dadgehkirin îro ji alîyê dadgeha Addis Abeba ve hatin sûcdarî kirin. Ew bi sûcdarîya tawanên terorîstî û rêwîtîya neqanûnî bo hindirê welat hatine tawanbar kirin.

Cezeya wan dê 27 çileya pêşîn, ango roja sêşemê bên eşkere kirin. Yê dozger îro daxwaza 15 sal cezeya zindanê kir bo her du swêdîyan.

- Ji aliyê etyûpî ve dixawzin hem ragihandina biyanî û hem jî rojnamevanên herêmî bitirsîn e û nîşan bide ku nabe kesek herêma Ogaden çavdêrî bike.

Li gor dîtina Löfqvist bi vê pêvajoya dadgeh kirinê ev herêma jibîrkirî bûye xaleke navendî. Lövqvist dibêje ku ew bawer dike ev biryara dadgehê dê bike ku gelek redaksyon hişiyar bin dema rojnamevanên xwe dişînin herêmên nearam:

- Ez bawer dikim ku ev yeka dê tirseke bêhtir ba redaksyonan saz bike, ew dê ne yek car lê gelek car hizra xwe bikin berîya ku peyamnêrekî rê bikin deverên bi vî awayî.

Her du rojnamevan Martin Schibby û Johan Persson ji destpêka havînê de çûne Etyûpyayê bi armanca ku ji herêma Ogaden ser sînorê Somalîyayê ragihînin.

Ogaden herêmeke girtîye bo rojnamevanan û li wê derê nakokîyên leşkerî hene navbera artêşa hukûmetê de û tevgera serhildêr ya bi navê cebheya rizgarî ya neteweyî ya Ogaden. Herdu rojnamevanên swêdî dê li gorî agahdarîyên çapemenîyên cuda li çalakîyên Lundin Petroleum di herêmê de hûr nerîbana.

Ew bi gerîlayên cebheya rizgarî ya Ogaden re digerîyan dema bi guleyan birîdar bûn û hatin girtin ji aliyê leşkerên etyûpî ve 1 tîrmeha îsal. Her du rojnamevanên swêdî bo Addis Abeba ya paytext hatin rê kirin û teslîmî dadgeha tewqîfê bûn.

Her du jî eşkere qebûl dikin ku bi awayekî neqanûnî derbasî herêmê bûne lê tawanên terorîstî inkar dikin. Îro berîya nîvro biryara dadgehê hate eşkere kirin û her du bi tawanên terorîstî û rêwîtîya ne qanûnî bo herêmê hatin sûcdarî kirin. 

Cezeya wan dê 27 çileya pêşîn, ango roja sêşemê bên eşkere kirin. Yê dozger îro daxwaza 15 sal cezeya zindanê kir bo her du swêdîyan. Bervedêrê giştî daxwaza cezeyeke kurt kir, bi referensa ku ew herdu beriya nuha nehatine ceze kirin û ku hevkarî bi dezgehan re danîbûn.

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt di daxwazîyanîyekê de dinivîsîne ku nuha hukûmeta swêdî peywendiyan ser asta bilind bi hukûmeta etyûpî re datîne derbarê rewşa rojnamevanên swêdî.

Wezîrê karûbarê derve Carl Bildt di twitter de îro dinivîsîn e ku Swêd zêde nearam bûye piştî eşkere kirina biryara dadgehê û dibêje ku ew dê her karê xwe berdewam bikin bo ku her duyan vegerînin malê.

Lê Jesper Bengtsson serokê rêxistina peyamnêrên bêsînor di hevpeyvînekê de bi bernameya radyoya Swêdê P1 re dibêje ku ew dixawza reaksyonên siyasî yên swêdî bêhtir bên diyar kirin û rexneyên wî bi taybetî li Carl Bildt hene:

- Ev bêdengîya Carl Bildt û opozisyonê ya ta nuha berdewam e bi zehmet e bi vî awayî bimîn e. Ez dixwazim helwestên zelal bibînim bo Johan û Martin serbest bên berdan.

Em dê her dexta xwe ser hukûmeta swêdî berdewam bikin. Em dê her pirsa azadîya çapemenîyê li Etyûpiyayê bilind bikin û em dê komkirina piştgîrîyê bo Johan û Martin bi rêve bibin.

Nuha lêçûna warê huqûqî bêhtir dibe û hatinîyên wan bo demke dirêj li vê derê kêm dibin. Berdevka partîya jîngehê Åsa Romson ji beşê navneteweyî yê radyoya Swêdê re dibêje ku biryara dadgehê bi carekê re neqebûlbar e û li gor wê hukûmeta etyûpî xebata rojnamevanîyê û terorîsmê wekhev dike. Û rexneyên wê hember rollîstina hukûmeta swêdê û wezareta karûbarê derve di vê rewşê de heye.

Li gor wê hukûmet ji dest pêkê de serê xwe zêde bi rewşa van herdu rojnamevanan neêşandîye û bi çavekî biçûk li rewşa wan nerîye. Lê ji aliyê tevlîbûna wezîrê karûbarê derve Carl Bildt di Lundin Oil de ya her du rojnamevanan çûbûn Etyûyayê bo ku hûr lê binerin, Romson dibêje bi zehmet e yek bêje ku bi bandor bû ser rola hukûmetê di vê rewşê de.

Romson dibêje bi giştî wezareta derve baş karê xwe kirîye, lê astengî girêdayî bi Carl Bildt bi xwe ye:

- Ya bala min dikişîne wekî endameke parlamanê ku ji alîyê milet ve hatîye hilbijartin ew e ku me wezîrekî karû barê derve heye ku rojekê kare di birêvebirya şirketekê petrolê de rûnê û peywendiyan bi rêjîmekê mîna vê re binirxîn e û roja din dibe wezîrê karûbarê derve yê Swêdê û dîtinên xwe derbarê lênerîna rêjîmê hember rojnamevanên swêdî eşkere bike. Ez vê peywendîyê asteng dibînim û Carl Bildt li gor min karê xwe bi awayekî nedurist bi rêve birîye.

Fredrik Malm, peyivdarê pirsên karûbarê derve yê partîya gel, rexneyên berîya nuha li hukûmetê bûn e ji ber tevlîbûna Carl Bildt di Lundin Oil de ku bi bandor bû ser rol lîstina hukûmetê di vê pirsê de di cî de nabîn e:

- Ez nabînim bandor kirîye û bila Carl Bildt girêdanên xwe yên bazirganî çareser bike.

Malm berdewam dike û dibêje ku awayê çareserkirinê yê herî baş bi rêya diplomasîye û ku Swêd nuha gerek  bi zelalî rexneyên xwe hember Etyûpyayê bike.

Bi zelalî bêje ku ev pêvajoya dadgehkirinê ne durist e. ku Etyûpiya ne welatekî demokratîsîye û i van rojnamevanan bi çavê terorîstan dinere. Giring e helwestên swêdî zelal bin ji wan re bo ku Johan û Martin serbest bên berdan.

Îro pişî nîvro wezîrê karûbarê derve Carl Bildt ji ber pêvajoya dadgehkirina her du rojnamevanên swêdî civîneke çapemenî li dar xist. Û derbarê karê hukûmeta Swêdê di vê pirsê de wisa got:

- Daxuyanîyek zelal û giring ji aliyê serokwezîr ve nerîna cidî ya hukûmeta swêdê di vê pirsê de diyar dike. Em dê nuha bikin ku ev daxuyanî bigihêje hukûmeta etyûpî ser asteke bilind. Piştre bêguman em dê danûstandinê bi parêzeran re, dêûbav û bi her du rojnamevanan re deynin. Ewin yên biryaran werdigirin û em paşî em hemû piştgîrîya pê divên pêşkêş dikin.

Li gor wezîrê karûbarê derve Carl Bildt, girêdanên wî bi şirketa Lundin Petroleum re ne bibandore li bawerîya bi wî wekî wezîr.   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista